Îranê îdiayên hedefgirtina Trump derewandin

Îranê îdiayên ku destê wê di hewldana kuştina serokê berê yê DYA’yê Donald Trump de heye, derewandin.

Îranê îdiayên hedefgirtina Trump derewandin
17 tîrmeh 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê bi rêya Wezareta Karên Derve tawanên çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku destê wê di hewldana kuştina Trump de heye, derewandin.

Berdevkê wezaretê Nasir Kanaî got: "Îran bi tundî vê îdiayê red dike."

Nûnera Îranê ya li NY`yê jî got: "Gotegotên li ser planeke berê ya ji bo kuştina bernamzetê serokatiya Amerîkayê tawanên ne rast in."

Koçka Spî jî tu daxuyanî der barê bûyerê de nedan, tenê ragihand ku kesê hewl daye Trump bikuje, şirîkên wî yên biyanî û amerîkî hene.

Piştî kuştina fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Suleymanî di Çileya 2020`an de bi fermana Trump, rayedarên amerîkî bi fikar in ku Îran bersiva wê bûyerê bide. 

(şx)