PYD’ê li Şehbayê komxebat li dar xist
Komîteya Têkiliyan a PYD’ê têkildarî Şoreşa 19'ê Tîrmeh û pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn, her wiha sedema hedegirtina projeya Rêveberiya Xweser, komxebatek li dar xist.
Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) bi beşdariya bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî komxebatek li Hola Axîn a bajarokê Fafînê yê Şehbayê organîze kir. Endamên Meclisa PYD’ê Elham Mihemed û Luqman Caro komxebat bi rê ve bir.
Di komxebatê de têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê, Lihevkirina Edeneyê, dijberiya dewleta Tirk li hember şoreşa Sûriyeyê, têkiliya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê û êrişên li ser Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Axêveran destnîşan kir ku çareseriya gelek dozên li Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
(zş)
ANHA