Meclisa Gelan a Demokratîk efûyeke giştî derxist

Meclisa Gelan a Demokratîk bi Meclisa Gelan a Demokratîk efûyeke giştî derxistboneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê qanûna efûya giştî derxist.

Meclisa Gelan a Demokratîk efûyeke giştî derxist
17 tîrmeh 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê û li ser daxwaza rûspiyên herêmê ku di komxebata xwe de pêşniyar kiribû, qanûna efûya giştî derxist.

Rûspiyan di Komxebata Yekitiya Nîştimanî ya Êlan û Pêkhateyên Sûriyeyê ya 2`yemîn de efûyeke giştî ji bo kesên destê wan di rijandina xwîna sûriyeyiyan de tune ye, xwestibû. Komxebat 25`ê Gulanê li Hesekê bi beşdariya zêdetirî 5 hezar kesî li dar ketibû.

(şx)

ANHA