Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek li Qamişloyê vekir.
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nêzîkbûna salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pêşangehek vekir. Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê ku endamên Weqfa Jina Azad in, hatine pêşandan.
Li gorî berpirsên pêşangehê, ev çalakî heta pênceşmê ye.
Di roja yekemîn de jinan bi cil û bergên gelêrî pêşwaziya mêvanan kir.
(şx)
ANHA