PKK’ê bang kir ku li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek

Komîteya Karên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK li hemberî berjewendiyên gelê Kurd helwesteke xiyanetiyê nîşan dide û bang li kesê kir ku li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek.

PKK’ê bang kir ku li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek
17 tîrmeh 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê Gelê di derbarê îxanet û hevkariya PDk’ê de daxuyniyêk nivîskî weşand û got: “Divê teqez hemû gelê me yê welatparêz, rewşenbîr, akademîsyen, partî û rêxistinên Kurdistanê li dijî xeta xiyanet û hevkariyê ya PDK’ê girêdayî xeta welatparêziyê bibin yek.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘’PDK’ê komplo, propaganda û planên xwe yên herî qirêj pêş xistine û bi awayekî eşkere li hemberî berjewendiyên gelê Kurd xiyanetê dike. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser gelê Kurd qirkirinan pêk tîne, bi darê zorê gel dide koçkirin û li ser pîroztirîn nirxên gelê Kurd cenazeyên şehîdan û goristanan kiryarên bêexlaqî û dermirovî pêk tîne. PDK bi rejîmeke wiha re qedera xwe kiriye yek û li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şer dike, yanî ev qasê ketiye rewşeke bê karakter. Teqez yê ku berê dewleta Tirk a dagirker û qirker dide başûrê Kurdistanê û rê li ber îlheqê vedike PDK bi xwe ye.  Hemû kiryarên weke talankirina xwezaya Kurdistanê, koçberkirina gel a bi darê zorê û wêrankirin û xirabkirina gundan encamên konsepta hevkar a hevkariya PDK û dewleta Tirk e.

PDK ne tenê di warê leşkerî de li gel dewleta Tirk hevkariyê dike. Her wiha êrîşên dewleta Tirk yên îlheq û dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa dike û ji bo vê yekê bêyî ku fedî bike bi hewleke mezin li gel gelek aliyan hevdîtinan pêk tîne û hemû derfetên xwe yên dîplomatîk di vê çarçoveyê de bi kar tîne.

PDK bi propagandaya derewîn û ya ji deq dolaban pêk tê, hewl dide ku PKK’ê reş bike, rojevê biguherîne û sûcdaran veşêre. Gelê me pir baş dizane ku PKK tevgera civakî ya demokratîk a ekolojîk û azadîxwaz e. Di heman demê de gelê me rastiya zîhnîyeta mêrparêz, dijberiya jinan û dijmintiya ekolojî û xwezayê ya PDK’ê jî baş dizane. Her wiha PDK hê jî bêyî ku fedî bike û rûreş bibe, ji şewatên li Hewlêr û Kerkûkê PKK’ê weke berpirsiyar digire. Lê belê bi belge û delîlên şênber hatibû îspatkirin ku şewatên navborî bi hevkariya MÎT û Parastinê hatine derxistin. Dewleta Tırk a dagirker her roj û her kêlî gund û daristanên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û dişewitîne. Hemtawanê van kiryaran jî PDK bi xwe ye.

Konseya ewlekariyê ya bi navê Konseya Ewlekariya Herêma Kurdistanê ku di rastiyê de bes konseya ewlekariya malbata Barzaniyan e, bi awayekî qestî û nemerdane PKK’ê ji sûîqesta li dijî wesayita rayedarê PDK’yî Ekrem Salih weke berpirsiyar nîşan dide. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku em vê sucdariya bêbingeh û neheq red dikin. Piştî vê daxuyaniya PDK’ê ya bi qasî ku gefan li rêveberiya partiya me bixwe ji rê derketiye, li ku dera Başûrê Kurdistanê dibe bila bibe gava bûyerek li serê hevrêyên me qewimî wê teqez PDK weke berpirsiyar were dîtin.

Gelê me û em vê yekê baş dizanin ku li hin deverên Başûrê Kurdistanê di demên cuda de bi destê MÎT û Parastinê gelek şoreşger û welatparêz hatine qetilkirin. Gelê Kurd dubare baş dizane ku kujerên van cînayetan bi piştevaniya Parastinê çepilên xwe hejandine û çûne Hewlêrê. Pir eşkere ye ku berpirsiyariyên van cînayetan Parastin e. Girêdayî vê yekê divê gelê me bizanibe ku bes bi vî awayî parastina hebûn, azadî û destkeftiyên gelê me pêkan e.''