Şêniyên Şedadê: Em ê têkoşîna azadiya Rêbertî bidomînin

Şêniyên bajarê Şedadê diyar kir ku dê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên xwe derkevin û heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Şêniyên Şedadê: Em ê têkoşîna azadiya Rêbertî bidomînin
17 tîrmeh 2024   03:45
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, siyasetên tecrîd û îşkenceyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got têkoşîna wan dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome.

Delal Zekeriya diyar kir ku kesên ku fikrên azad ên Rêber Abdullah Ocalan, bi taybet ên girêdayê azadiya jinan xwendine guhertineke bingehîn di kesayeta xwe de çêkirine û got, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevlêbûna jinan di qadên siyasî, aborî û leşkerî de mînak herî berçav a vê yekê ye.

Delalê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku  dê heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, têkoşînê mezin bikin. Delal bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku der barê binpêkirinên li Rêbertî de erkên xwe bînin cih.

Şêniyê bi navê Mihêdî El Dexîm diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan û belavbûna aştî û demokrasiyê tê koşiya û ji aloziyên li herêmê re çareserî danîn.

El Dexîm wiha domand: "Perspektîfên Rêbertî ne li gorî berjewendiyên pergalên kapîtalîst in, lewra civata navneteweyî ji bo azadiya wî tiştekî nake. Divê em têkoşînê mezin bikin û siyasetên tecrîd û îşkenceyê têk bibin."

Ehmed El Xedîr destnîşan kir ku armanca ji tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tunekirina projeya neteweya demokratîk e û got: "Bi saya ked û ramanên Rêber Abdullah Ocalan, bi saya bi hezaran şehîdan em gihaştine vê astê û me bingeheke xurt a projeya neteweya demokratîk re daniye. Em  qet dev ji fedakariyan bernedin."

(şx)

ANHA