Jinan li dijî xiyanetê banga serhildanê kir

Jinên ji Kobanê tevkariya PDK`ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirkerên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de wek "xiyaneteke aşkera" bi av kir. Jinan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember vê xiyanetê serî hilde.

Jinan li dijî xiyanetê banga serhildanê kir
17 tîrmeh 2024   06:17
KOBANÊ

Jinan ji bajarê Kobanê êrişên dagirkeriyê dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û tevekariya PDK’ê di êrişan de, şermezar kirin û got ev êriş di çarçoveya polîtîkayên qirkirina gelê Kurd de tên kirin.

Ronîda Elî: Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Başûr dixwaze gelê Kurd qir bike. Em qebûl nakin PDK rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk veke. Em bang li gelê xwe yê Başûr dikin ku li hemberî plana hevbeş a dewleta Tirk û PDK`ê serî hilde. Divê gelê me xetereyên vê planê fêm bike. Nabe heta vê radeyê jî heqîqetan paşguh bike.

Xedîce Mihemed: Xiyaneta PDK`ê cesaretê dide dewleta Tirk ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. PDK`ê ku tu carî li pêşiya hêzên derve ranebûye, ji gelek serdeman ve xiyanetê li Kurdan dike. Va îro jî aşkera wê yekê dike.

Necme Kenco: Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan êrişî Başûr dike. Tevî vê yekê jî PDK tiştekî nake. Lê tev li êrişa dagirkeriyê dibe. Xiyaneteke wisa qet nebûye ku bi dijmin re êrişî gelê xwe bike! Êdî ev rastî aşkera bûye û guman li ser nîn in. Va em bi dengekî bilind dibêjin, xiyanet e. Destê PDK`ê di xwîna ciwanên me yên li çiyayên Kurdistanê de heye.

(şx)

ANHA