‘Şam bi Tirkiyeyê re siyasetek hevpar bimeşîne, wê Suriye winda bike’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku dijminahiya herî mezin li Suriyeyê hatiye kirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, lewma eger rêveberiya Beşar Esed bi Tirkiyeyê re siyasetek hevpar a dijî gelan bimeşîne, wê Suriye bixwe winda bike.

‘Şam bi Tirkiyeyê re siyasetek hevpar bimeşîne, wê Suriye winda bike’
17 tîrmeh 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de li ser rewşa Suriyeyê û hewldanên Tirkiyeyê ji bo danûstendinên bi Şamê re jî, nirxandinên girîn kirin û peyam da. 

Besê Hozat bibîr xist ku rejîma AKP-MHP a faşîst bi salane li Suriyeyê polîtîkayekê dimeşîne û niha jî helwestê pêş dixine û got divê ev yek baş were fêmkirin.

‘PEREYÊ PENABERAN DI ŞERÊ QIRKIRINÊ DE BIKAR TÎNE’

Hozat da zanîn ku di şerê hundirîn ê Suriyeyê de rola herî mezin Tirkiyeyê lîstiye û wiha dom kir: “Pir bi zanebûn û bi plan Erebên li Suriyeyê, bi milyonan kes kişandin Tirkiyeyê û xistin kampan. Bi salan e li ser wan siyasetê dike. Di bin navê penabertiyê de bi milyonan kes rehîn girtine û bi riya wan şantajê li Ewropayê dike, pereyan digire. Pereyên digire jî di şerê qirkirina Kurdan de bikar tîne. Bi van pereyan çeteyan kom dike, rêxistin dike û dijî Kurdan û gelên herêmê dide şerkirin. Ji bo ku di vî şerê qirkirinê de desteka welatên Ewropayê bigire, li Ewropayê bi riya çeteyan teqînan pêk tîne. Li pişt teqînên li Rusya, Îran û Dagistanê Tirkiye heye. Beriya wê jî li Fransa, Îngilîtere û gelek welatên din ên Ewropayê teqîn çêbûn. DAIŞ berpirsyarî girt ser xwe. Li pişt wan jî MİT heye. Bi armanca ku qada bandora xwe zêdetir bike, hinek çeteyan jî dişîne Nîjer, Lîbya, Somalî.”

‘HERÎ ZÊDE DIJÎ SURIYEYÊ BIRAK TÎNE’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ji gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê, ji dewletan tavîzan bigire van çeteyan bikar tîne; herî zêde jî dijî Suriyeyê bikar tîne û ev nirxandin kir: “Bi van çeteyan li Suriye û Bakûrê Suriyeyê gelek cir dagir kirin. Li Rojava Efrin, Serêkaniyê û Girê Sipî dagir kir. Li van deran bi zimanê Tirkî perwerdeyê didin. Demografiyayê diguhere. Qaymeqam û teşkîlata polîsan bicîh kirine. Malbatên çeteyan li van deran bicîh dike. Dibistanên taybet vekirine. Li vir bi temamî dewleta çeteyan ava kiriye. Vê dewleta çeteyan li dijî dewleta Suriyeyê wekî amûrek bazarê, qekî tehdîdekê bikar tîne. Bi vê polîtîkaya ku bi salane dimeşîne, Suriye parçe parçe kiriye. Niha ji nîviyê zêdetir însanên Suriyeyê li derve di rewşeke rezîl de dijîn. Sedema vê yekê dewleta Tirk e. Dem ev şer destpê kir agahiyek ji me re hat û rast jî derket. Dewleta Tirk bi Amerîkayê re di axive û jê re dibêje ‘Divê teqez hun bikevin Suriyeyê’. Erdogan bi xwe ev gotiye. Niha jî dibêje ‘Bila Amerîka derkeve’.  Te Amerîka bir wê derê û we bi hevre dijî Suriyeyê polîtîka meşand. We artêş ava kir,  hikûmeta demkî ya Suriyeyê ava kiriye. Serokwezîrê wê jî Tirkumen e û bi salan e li Stenbolê dijî.  Tenê li dijî Kurdan na, li dijî gele Suriyeyê jî polîtîkayek dijminane dimeşîne.”

‘POLÎTÎKAYA WÊ ÎFLAS KIR’ 

Besê Hozat anî ziman ev polîtîkaya dewleta Tirk îflas kiriye, lewma niha bi rengekî cuda dixwaze encamê bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk digot çeteyên ku min rêxistin kirine wê desthilata Esad hilweşînin û di bin kontrola Tirkiyeyê de rêveberiyekê ava bikin. Bi vî rengî axa Osmaniyan berfireh bikin. Bi vî rengî sînorên Mîsa-i Mîllî jî derbas bikim û tevahiya Suriyeyê bixim bin kontrola xwe. Niha ev polîtîka îflas kiriye, lewma bi temamî berê xwe daye polîtîkaya qirkirina Kurdan. Dagirkirin pêk anî, hemû destek da çeteyan û ew bikar anîn. Lê nekarî encamê bigire û ev polîtîka jî îflas kir.”

‘TÊKOŞÎNEK BI HÊZ PÊWÎST DIKE’

Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk niha jî di bin navê nêzîkbûna li hemberî dewleta Suriyeyê de siyaseta qirkirinê dimeşîne û wiha pê de çû: “Dibêje ‘ezê Suriyeyê bikişînim aliyê xwe û li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Kurdan qir bikim, sîstema li wir hatiye avakirin ji holê rakim, şoreşê tasfiye bikim. Piştî tasfiyeyê jî ezê van çeteyan hemuyan li wan deran bicîh bikim û bi vî rengî li hemberî Suriyeyê siyasetek hevsengiyê ava bikim, qada serweriya xwe mezin bikim. Ma qey rêveberiya Beşar Esed viya nabîne? Dibîne, dizane; baş dizane ka dewleta Tirk bi salane çi kiriye. Lewma eger Beşar Esed vana hemuyan tune bihesibîne û li gel Tirkiyeyê li dijî Kurdan, dijî gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bikeve şerekî qirkirin û tasfiyeyê, wê demê rêveberiya Beşar Esed dê xwe bi temamî tasfiye bike. Eger îro li ser piyan dimîne ev tenê bi desteka Rusya û Îranê nîn e. Di encama şer û têkoşîna Kurdan, gelên Suriyeyê, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yê dijî DAIŞ, polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyeyê  de jî li ser piyan e. Ev rastiyek e.  Yên ku DAIŞ têk bikirin gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ne. Ev li pêş çavên cîhanê çêbû. Rêveberiya Suriyeyê li ser piyan be. Niha eger vê yekê nebine û hewl bide ku bi Tirkiyeyê re polîtîkaya hevpar bimeşîne, ev bi temamî bibe windahiya Suriyeyê. Yanî mumkun nîn e ku ev polîtîka encam bide. Tişteke dijber pêş bikeve, helbet wê gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li berxwe bidin. Lê ev rastiyek e rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di siyaseta xwe ya Suriyeyê têk çû. Niha ber bi jêr ve diçe û li gel xilasbûnê digere. Lê êdî derbaz bû. Çi bike jî nikare encam bigire. Me dît li bajarê Kayseriyê êrîşî Ereban akirin. Dijminahiyek Ereban heye. Li herêmên dagirkirî çete rabûn ser piyan. Ev nîşan dide ku siyaseta wê ya çeteyan jî îflas kiriye. Niha dê çi li van çeteyên ku hejmara bi hezaran e, bike. Wê bifiroşe. Lê bi hêsanî nabe. Wekî ku ew dibêjin nikarin li Suriyeyê sererastkirinê çêbikin. Yên din jî vala nasekinin. Tişta ku divê were kirin têkoşîneke bi hêz e.”