Hesen Nesrullah Îsraîl hişyar kir
Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah Îsraîl hişyar kir ku hedefgirtina sivîlan rawestîne.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah bi boneya Roja Aşûreyê bi vîdeoyek weşand. Nesrullah got Îsraîl zêde pê de çûye û di çend rojên dawîn de êrişî sivîlan kir û ji ber wê "berxwedanê" bi moşekan navendên nû bombebaran kirin.
Nesrullah Îsraîl hişyar kir ku êrişî Lubnanê neke û got: "Heke tankên we bikevin Lubnanê, dê venegerin."
Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de 5 sivîl hatibûn kuştin ku 3 jê zarokên sûriyeyî bûn. Hizbullahê jî bersiv da êrişê û bi dehan moşekan bakurê Îsraîlê bombebaran kir ku cara yekê ye van herêman dike hedef.
(şx)