Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir

Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê li hev civiyan û mekanîzmeya pêkanîna encamnameya Komxebata Êlan a 2`yemîn nîqaş kir. Li gorî cîgirê hevserokatiya MSD`ê Xessan El Yusif, amadekarî hene ku efûyeke giştî bê ragihandin û xebatên derxistina sûriyeyiyan ji Kampa Holê bên lezandin.

Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê encamnameya Komxebata Êlan nîqaş kir
17 tîrmeh 2024   12:03
HESEKÊ

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civînek li dar xist. 

Di civînê de hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman, cîgirên wan, hevserokê MSD`ê Leyla Qerehman, Mehmûd El Mislet, cîgirên wan, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohlat Efrîn, fermandarê giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî, endamên meclisa Fermandariya Giştî ya QSD`ê hazir bûn.

Cîgirê hevserokatiya MSD`ê Xessan El Yusif têkildarî civînê û naveroka wê ji ajansa me re axivî û got: "Şopandina kar û barên herêmê û encamnameya Komxebata Êlan a ku vê dawiyê li dar ketiye, rojeva civînê bûn."

‘EFÛYEKE GIŞTÎ HATE NÎQAŞKIRIN’

El Yusif wiha domand: "Yek ji daxwazên komxebatê ya herî girîng, derxistina efûyeke giştî ji bo girtiyên sûriyeyî bû ku destê wan di rijandina xwîna sûriyeyiyan de nîn e. Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya li gel Dîwana Edaletê de, tedbîrên pratîk girtin. Niha hejmareke mezin a dosyayên girtiyan tên nirxandin û dê hejmareke mezin ji wan serbest bê berdan."

KAMPA HOLÊ

El Yusif diyar kir ku di civînê de li ser daxwaza êlan derxistina malbatên sûriyeyî ji kampa Holê hate gotûbêjkirin û got: "Wê di çend rojên bê de, xebatên derxistina sûriyeyiyên ku dixwazin ji kampê derkevin, bên lezandin. Komîteyên şopandinê yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin, dê çavdêriya vê xebatê bikin."

Her wiha El Yusif diyar kir ku di civînê de, xebatên xizmetguzariyê mîna çandinî û avê û rêbazên bicihanîna daxwazên şêniyan hatin nîqaşkirin.

(şx)

ANHA