Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şervanê QSD`ê Îmad Meter û destnîşan kir ku dê li ser rêya şehîdan bin ta ku armancên wan bînin cih.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest
Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Îmad Meter re xwest
17 tîrmeh 2024   14:52
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên derdorê sersaxî ji malbata şehîd Emced Şedadî (Îmad Meter) re xwest ku 13`ê Tîrmehê li Dêrazorê şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şeyma Salih Eqra di merasîma sersaxiyê de got: "Em soz didin ku li ser şopa şehîdan bin ta ku armancên wan bînin cih."

Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Birûsk Hesekê jî axivî û sersaxî da malbata şehîd. Birûsk Hesekê got: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide destkefiyên herêmê û aramiya wê têk bibe. Em soz didin ku li ser şopa hevalên xwe bin ta ku welatekî azad ava bikin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA