Kurdên li Ewropa êrîşên li ser Helebê protestokirin: Çeteyan rawestînin

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropa û Qibrisê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û hat xwestin ku ji bo parastina sivîlan civaka navneteweyî bikeve tevgerê.

Kurdên li Ewropa êrîşên li ser Helebê protestokirin: Çeteyan rawestînin
10 ÇILE, 2026   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarên cuda ên Ewropayê û li bajarê Lefkoşya ê Qibrisê êrîşên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku bi talîmata dewleta Tirk tevdigere, li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin

LONDON

Bi sedan Kurdên ku li Ingilîstanê dijîn, li Londonê li pêşiya 10 Downing Streetê (Wezaretxane) li hev civiyan û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.

Di çalakiya ku di saet 14:00’an hate destpêkirin de, hate destnîşankirin ku sivîlên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiiyê dijîn, rastî dorpêç, bombebaran û pêkanînên nemirovane tên. Hate diyarkirin ku jin, zarok û extiyar rasterast tên hedefgirtin û hate bilêvkirin ku ev êrîş bi eşkere sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Çalakvanên ku di çalakiyê de axivîn, bi bîr xistin ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê mirovahiyê parastiye û bi hezaran şehîd dane. Hate diyarkirin ku bêdengiya civaka navnetweyî ya li hemberî êrîşan nayê qebûlkirin.

Di çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûn de, di serî de hikûmeta Ingilîstanê bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavile werin rawestandin û sivîl werin parastin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ye”, “Bila êrîşên li ser gelê Kurd rawestin” û “Civaka navnetweyî bila erkê xwe bike” hatin berzkirin. Çalakiya protestoyî, îradeya gelê Kurd a yekîtî, piştevanî û berxwedanê careke din nîşan da.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li qada Lorenzkirchê bi daxuyananiyekî çapemeniyê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Nurnberg û derdora wê jiyan dikin, tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de banga rawestandina êrîşên li ser sivîlan û raya giştî ya navnetweyî hat kirin ku bikevin tevgerê.

Girseyê ku li pêşiya Lorenzkirchê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” berz kirin û pankart û dowîzên ku berxwedana Rojava silav dike, hilgirtin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Helebê ne şer e, komkujiya sivîlan e.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rasterast taxên Kurdan hedef digirin û hate bi bîr xistin ku di êrîşan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin êrîş tenê bi Helebê re ne sînordar in, parçeyek ji êrîşa sîstematîk a li dijî pergala demokratîk, pir nasname û pir bawerî ku li Rojava hatiye avakirin e.

Di daxuyaniya li ser navê saziya de, hate bi bîr xistin ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê hemû gel û baweriyan parastin û hate diyarkirin ku nabe qebûlkirin ku civaka navnetweyî îro li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng bimîne. Bang li raya giştî ya Ewropayê, saziyên mafê mirovan û saziyên demokratîk hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Helebê helwestekî zelal bigrin.

Di çalakiyê de berxwedanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên cuda ên Rojhilata Navîn dewam dikin jî hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne hevpar e. Beşdaran li dijî êrîşan banga mezinkirina piştevaniyê û xwedîderketina berxwedana Rojava kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên piştevanî û berxwedanê bi dawî bû.

LEFKOŞA

Kurd û dostên wan, bi armanca protestokirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîne, li paytexta Qibrisê Lefkoşayê meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna pênc şervanên asayişê yên ku li her du taxan çalakiya fedayî pêk anîbûn, dest pê kir.

Ji bilî Kurdan, nûnerên gelê Ereb ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Sûriye û Rojava radiwestin, Partiya Keskan a li Qibrisê û gelek partiyên siyasî û saziyên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Girse di destpêkê de li ber Avahiya Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê ya li Lefkoşayê kom bû. Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî eşkere yê şer e.

Piştî protestoya li ber Parlamentoya Ewropayê, girse ber bi Konsolxaneya Amerîkayê ve meşiya. Li ber konsolxaneyê, şandeya PYD’ê ya Qibrisê dosyayeke berfireh a ku komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belge dike, radestî rayedarên Amerîkayê kir.

Di daxuyaniyên de hate gotin: "Kurdên ku rûmeta Ewropa û cîhanê diparêzin, îro li ber çavên hemû cîhanê tên qetilkirin." Hate diyarkirin ku hêzên ku li ber kamerayan dibêjin "Deynê me yê rûmetê ji bo Kurdan heye", îro di polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd de roleke sereke dilîzin. Her wiha peyama xwedîderketina li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dayîn û hate gotin ku ew ê dilsozê bîranîna pênc berxwedêrên ku li dijî çeteyan çalakiya fedayî kirine, bimînin.

Çalakî bi bangeke xurt a ji bo raya giştî ya navneteweyî bi dawî bû: "Divê komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê demildest bên rawestandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bên darizandin û berxwedana birûmet a gelê Kurd bi tenê neyê hiştin."

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê, îro Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan hatin cem hev. Di xwepêşandanê de ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana Helebê û gihandina têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê ji raya giştî ya cîhanê re hat lidarxistin, peyamên yekîtî û piştgiriyê derketin pêş.

Di axaftinan de girîngiya yekîtiya Kurdan a her çar parçeyan hat destnîşankirin û hat gotin ku divê çav û guhê her kesî li ser berxwedana gel be. Her wiha berxwedana li Rojhilat hat silavkirin. Axaftvanan diyar kirin ku îro ne roja sekinandin an rûniştinê ye, divê her kes bi her awayî xwedî li berxwedanê derkeve. Bang hat kirin ku têkoşîn bi rêbazên herî demokratîk û aştiyane berdewam bike. Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, bi sedan kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo şermezarkirina komkujî û zextên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ji bo silavkirina şoreşa Rojhilat meşeke girseyî li dar xistin.

Meş ji aliyê DKTM’a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Demokratîk a Hamburgê ve hat organîzekirin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê, eleqeya Elmanan jî ji bo meşê zêde bû. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, aktîvîsta mafên jinan Anja Flach, li ser navê Partiya Çep (Die Linke) Yavuz Fersoglû û parlamentera Hamburgê ya Partiya Çep Hila Latifî axaftin kirin.

Fersoglû destnîşan kir ku polîtîkayên zext û komkujiyê rasterast ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve tên meşandin û got ku tevî van hemû êrîşan gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê tawîzê nade. Di dema meşê de dirûşmeyên "Başûr, Rojava, Rojhilat", "Kurdistan yek welat", "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin. Çalakî li qada Gansemarktê bi dirûşme û tîliliyan bi dawî bû.