Li Dêr Hafirê di êrîşa çeteyan de 3 ji wan zarok 4 kes hatin qetilkirin

Çeteyên hikûmeta Şamê êrîşî bajarokê Dêr Hafir li gundewarê rojhilatê Helebê kirin. Di encama van êrîşan de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 3 ‘ê zarokin.

Li Dêr Hafirê di êrîşa çeteyan de 3 ji wan zarok 4 kes hatin qetilkirin
10 ÇILE, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê çarçoveyê de, çekdarên hikûmeta Şamê bi dronên xwekuj êrîşî avahiya Berîdê ya Dêr Hafir kirin û li wir tenê zirarên madî çêbûn.

Her weha, bi dîmenan hate belgekirin ku çeteyên hikûmeta Şamê malên sivîlan li bajarokê Dêr Hafir topbaran kirin, Di encama van êrîşan de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 3 ‘ê zarokin.

Navên şehîdan:

Fatîma el-Ehmed (11 salî)

Hemîda Hîlal (13 salî)

Geram Tariq el-Hemed (13 salî)

Ebdul Latîf el-Şêx Husên (65 salî)