Kurdan li ber avahiya hikumeta Brîtanyayê xwepêşandanek li dar xist

Kurdên li paytexta Brîtanya Londonê li ber ber avahiya hikumeta Brîtanyayê li Londonê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza rawestandina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê, parastina sivîlan û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirin û sûcên berdewam kirin.

Kurdan li ber avahiya hikumeta Brîtanyayê xwepêşandanek li dar xist
10 ÇILE, 2026   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan Kurdan li ber avahiya Himumeta Brîtanyayê li Londonê xwepêşandanek li dar xistin, bombebarana çeteyên Hikûmeta Demkî ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 6'ê Çile ve, şermezar kirin.

Xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrişan û parastina sivîlan kirin, her wiha bang li hikûmeta Brîtanî û civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî destwerdanê bikin da ku rageşiyê rawestînin û hesab ji berpirsiyaran bipirsin.

Her wiha Xwepêşandêran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û sembolên Kurdî bilind kirin.

(ac/k)

ANHA