Li Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî

Li Qeladizê, Şengalê û helepçê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî
10 ÇILE, 2026   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parka Şar ya navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn û  Gelê Ereb û Êzidî yên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweser û demokratîk a Şengalê (MXDŞ) çalakiyên  piştevaniya berxwedana gela û Hêzên Ewlekariya Hundirî ya li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.

Gelê Ereb û Êzidî yên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweser û demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk û bi erêkirina hêzên navnetewî meşiyan.

Girseya gel a ji Şengalê berê xwe da Sinûnê, destpêkê li ber Şaredariya Gel kombûn û ji wir jî berbi Çerxerêya Mam Zekî ve meşiyan. Girseya gel timî dirûşmên, ji bo piştgiriya taxên Kurdan ên Helebê hatin gotin.

‘Ev planeke rêxistinkirî ye’

Piştî meşê bi navê TAJÊ û MXDŞ’ê daxuyanî hate dayîn. Pêşî Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo axivî. Şemo têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan wiha got: “Ev çend rojin li van her du taxan diqewime  tenê operasyonên leşkerî nînin. Ev planeke rêxistinkirî ya dijî hebûna Kurd û Êzidiyane. Ev plan hewl dide vîna xelkê wir bişkîne û bi darê zorê demografyayê biguhere. Ya li wir tê kirin, binpêkirineke eşkere ya qanûnên navnetewî û miroviye. Her wiha ev li dijî nirxên jiyana hevpare.’’

Qeladizê daxuyanî ji aliyê Çalakvan Bekir Mehmûd ve hate dayîn û ev hate gotin: “Em îro hemû yek helwest û yek dengin. Bi can û ruh piştgevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin. Çeteyên Hikûmeta Şamê bi hevkariya gelek koman êrişî sivîlên li van taxan dike. Armanca van êrişan dagirkirin û komkujiya gelê Kurd yên li Helebê ye.”

Li Helebce ji bo piştevaniya bi berxwedana li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga xwepêşandanên mezin ya roja Duşemê bêlidar xistin, hate kirin.