Kurd li ber avahiya BBCyê ne

Kurdên li Îngilîstanê dijîn, li ber avahiya navendî ya BBCyê çalakiyeke li dar xist. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Îngilîstanê û bêdengiya BBCyê dan.

Kurd li ber avahiya BBCyê ne
25 ÇILE, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakgeran diyar kir ku dewleta Îngilîstanê piştgirî dide çeteyên HTŞê û ev yek rê li ber êrişên hovane ên li ser Rojava vedike. 

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku tevî êrişên dijwar ên li ser Rojavayê Kurdistanê, saziya BBCyê heta niha ev êriş nexistiye rojeva xwe û tu nûçeyên berfireh li ser rewşa dawî çênekirine.