Ji bo parastina Rojava partiyên Kurdî li Kerkûkê kom bûn

Bi pêşengtiya Partiya Komonîst ya Kurdistanê li Baregeha Liqa Kerkûkê bi tevlîbûna gelek aliyên siyasî yên Kurd li hev kom bûn û rojev rewaş li Sûriye û li herêmê bû bal kişand ser piştevaniya bi Rojava re.

Ji bo parastina Rojava partiyên Kurdî li Kerkûkê kom bûn
25 ÇILE, 2026   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ya niha li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê rû dide, dewama siyaseta jenosîdkirina gelê Kurde û ev hate gotin: “Daxwaz ji civaka navneteweyî û saziyên mafê mirovan dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî û exlaqî li ser stûyê we ye yê ji bo parastina gelê Kurd û pêkhateyên din bi cih bînin. Pêşiya êrişên komên çete yên li ser jîngehên sivîlan bidin sekinandin.

Em li gel çalakiyên sivîl, zextên kolan û xebatên dîplomasî li ser asta navxwe û navneteweyî dikin. Em spasiya hemû hewldanên berhevkirina alîkariyê dikin. Ev erkekî welatî û mirovî ye. Daxwaza hemû aliyan dikin ku piştgiriya van pêngavan bikin.”