Mazlûm Ebdî bi şandeya Serokatiya ENKS’ê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya ENKS’ê re civiya.

Mazlûm Ebdî bi şandeya Serokatiya ENKS’ê re civiya
25 ÇILE, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên taybet ên Rûdawê, Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh bi şandeyeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya

Çavkaniyekî ji Rûdawê re da zanîn ku di civînê de der barê girîngiya agirbestê de dan û standin hat kirin û rewşa dawî ya Rojava hat gotûbêjkirin.

Şandeya Serokatiya ENKS’ê da zanîn ku pêwîst e kar bê kirin da ku herêmên Kurdan û xelkê sivîl ji her şer û pevçûneke leşkerî bên dûrxistin ku dibe sedema pêlên nû yên koçberiyê.

Çareseriya bi rêya diyalogê

Her wiha di civînê de hate gotin, divê pirsgirêkên bi Şamê re bi bi rêya diyalogê bên çareserkirin.