Kremlin: NATO bi awayekî rasteqîn li dijî Rûsyayê di şer de ye

Kremlinê, NATO bi tawanbar kir ku bi rêya piştgiriya rasterast û nerasterast ji Ukraynayê re şerê Rûsyayê dike. Di heman demê de desnîşan kir ku Moskow ji diyalogê re vekiriye ji bo ku çareseriyeke siyasî ya dîplomatîk ji krîzê re peyda bikin.

Kremlin: NATO bi awayekî rasteqîn li dijî Rûsyayê di şer de ye
15 îlon, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku NATO li dijî Rûsyayê di şer de ye û destnîşan kir ku ev yek aşkera ye û pêdivî bi delîlan nîne.

Peskov diyar kir ku NATO piştgiriya rasterast û nerasterast dide rejîma Kîevê. Ji ber vê yekê, ew teqez in ku NATO li dijî Rûsyayê di şer de ye.

Peskov wiha domand: “Destê NATO di şer de heye. Me gelek caran ji we re got ku danûstandin rawestîne. Ev rewastan diyar e. Wekî hûn dibînin, Ukrayna di helwesta xwe de hişk e. Ne amade ye nîqaşeke cidî dest pê bike.”

Peskov diyar kir ku bangên ji bo lidarxistina civîneke acil hene, lê Kîev bi hincetan pêvajoyê dereng dixe û kes naxwaze bikeve nav cewhera krîzê.

Berdevkê Kremlinê Peskov destnîşan kir ku Rûsya ji bo çareserkirina nakokiya li Ukraynayê ji diyalogê re vekiriye. Her wiha got: "Rûsya hîn jî bi rêbazên siyasî û dîplomatîk eleqedar e û amade ye ku aloziya Ukraynayê çareser bike."

(ac-şx)

ANHA