Nêrgiz Mihemedî: Komara Îslamî dixwaze tola xwe ji tevgera jinan hilîne

Zextên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan zêde dibin. Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, wiha got: "Komara Îslamî dixwaze bi vê êrişa xwe girtiyên jin bitirsîne û tola xwe ji vê tevgerê hilîne.”

Nêrgiz Mihemedî: Komara Îslamî dixwaze tola xwe ji tevgera jinan hilîne
15 îlon, 2025   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana Mafên Mirovan, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî ya berê Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrişa gardiyanan a li ser qawîşa girtiyên jin ên siyasî ya li Girtîgeha Jinan a Qerçekê da.

Nêrgiz Mihemedî, di daxuyaniya xwe de got: “Li wê girtîgehê jinên dîlgirtî hene; ew wate û kûrahiyê didin têkoşîn, berxwedan û jiyanê. Ev jin, ji êrişên peywirdarên Komara Îslamî natirsin.”

‘DIXWAZE TOLA XWE JI VÊ TEVGERÊ HILÎNE’

Nêrgiz Mihemedî, da zanîn ku êriş bi awayekî plankirî, demekî kin beriya serhildana “Jin, jiyan, azadî” hatine kirin û wiha domand: “Salvegera qetilkirina Jîna Emînî ye. Em ê afirîna tevgera gel a bihêz Jin, Jiyan, Azadî bi bîr bînin. Lê belê îro gelek gardiyanên mêr êrişî qawîşa jinan kirin. Komara Îslamî dixwaze bi vê êrişa xwe girtiyên jin bitirsîne û tola xwe ji vê tevgerê hilîne.”

Nêrgiz Mihemedî, diyar kir ku gelên Îranê di van rojan de hem xizmên xwe yên ji hêla peywirdarên dewletê ve hatine qetilkirin, hem girtiyên li sêdarê hatine darvekirin û hem jî girtiyên bêparastin ên di bin zilmê de bi bîr tînin.

GELEK GARDIYANAN BI SER QAWÎŞA GIRTIYÊN SIYASÎ DE GIRTIN

Beriya çend rojan, li ser fermana midûrê girtîgehê Soghra Khodadadî, gelek gardiyanên jin û mêr bi ser qawîşa girtiyên siyasî de girtin. Girtiyên jin jî li dijî vê dirûşm berz kirin û nehiştin serdegirtin were temamkirin. Kiyan Mohtadî, hevserê girtiya siyasî ya berê Anisha Asadollahî, ev agahî parve kir: "Piştî bidawîbûna şer, girtiyan bernedan û girtyên jin bi girtiyên mêr re sewqî Girtîgeha Evînê nekirin. Hêj tola xwe ji girtiyên siyasî yên jin digirin. Gelo em dikarin vê bêedaletiyê çawa bînin ziman?”

Girtiya siyasî ya berê Maryam Yahyavî jî di parvekirina xwe de wiha got: "Nêzîkî 3 meh in, girtiyên jin ên ku ji Girtîgeha Evînê sirgûnê Girtîgeha Qerçekê hatine kirin, di şert û mercên pir zehmet de tên girtin. Îro gotin, 'Em ê lêgerîna zemînê bikin, dibe ku we tunel kolabe.' We gelek fîlman temaşe kiriye, lê hûn qet girtiyên siyasî nas nakin!"