Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû

Foruma Sûriyeyê ya Pêncemîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de teqezî bi bicihanîna peymana 10`ê Adarê hate kirin û bang hate kirin ku kongreyeke nîştimanî ya komker, hevpeymaneke civakî ya nû bê lidarxistin. Hate gotin ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û yekbûyî, Manîfestoya aştiyê û civaka demokratîk lêvegera bîrdozî ya siyasî ye.

Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû
Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû
Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû
Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû
Encamnameya Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn aşkera bû
15 îlon, 2025   19:05
HESEKÊ

Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn a bi dirûşma “Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk Misogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e” ku li bajarê Hesekê li dar ket, bi dawî bû. 

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb encamnameya forumê xwend.

Di berfirehiya encamnameyê de wiha hate gotin: “Li ser vexwendina PYD`ê li bajarê Hesekê Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn bi dirûşma `Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk Misogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e` hate lidarxistin. 120 siyasertmedar, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên jinan, çalakvanên ji civakên cuda yên Sûriyeyê û serokên eşîrên Ereb tevlî bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso axivî û behsa hesasiyeta pêvajoya dîrokî ya Sûriye tê re derbas dibe û gelek mijarên din nirxandin. piştire forum li ser 4 rûniştinan hate birêvebirin û xalên girîng ên manîfestoyê hatin gotubêjkirin.

Di dawiyê de beşdaran xalên girîng pêşniyar kirin ku hin ji wan ev in:

Divê dilsozê lihevkirina 10’ê Adarê bin ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.

Ji bo ku çareseriyeke adil û daîm bê dîtin, divê diyalogeke nîştimanî ya girştî wekî çareseriyeke rasteqîn bê lidarxistin.

Divê kongreyke nîştimanî ya komker bi tevlêbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û hevpeymaneke civakî ya nû bê lidarxistin.

Divê gotarên kîndarî û nifretê di navbera gelê Sûriyeyê de bê redkirin û ji bo bidawîkirina şer, gotareke pêwîst bê amadekirin.

Divê beş û pêkhateyên Sûriyeyê bê dûrxistin, hev du nas bikin, çanda aştiyê û jiyana hevbeş xurttir bikin.

Sûriyeyî bibin yek, eniyeke demokratîk a tevgerên jinan, tevgerên nîştimanî û demokratîk bê avakirin.

Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, xebatê bikin.

Xwedî li rêgeza nenavendî derkevin ji ber ku vebijarka stratejîk e ku tevlêbûna tevahî sûriyeyiyan di çêkirina biryarê de û parastina mafên wan misoger dike.

Rola jinan di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de gelek girîng e lewma divê hevgirtî bin.

Bang li dewletên garantor (Fransa, DYA û Brîtanyayê) bikin ji bo ku berpirsyariyên xwe li hember danûstandina giştî, bi cih bînin.

Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, lêvegera bîrdozî û siyasî ya ji bo avakirina Sûriyeya hevgirtî ya demokratîk e.”

Di dawiya forumê de hate destnîşankirin ku projeya demokratîk a li herêmê, ne tenê vebijark e lê belê ji tevahî sûriyeyiyan re hêvî ye. Paşguhkirina projeyê, tê wateya derengxistina çareseriya rastîn û dirêjkirina temenê aloziyê ye. Sûriyeya nû bi vîna gel, yekitî û têkoşîna hevbeş, baweriya wan bi aştiyê û demokrasiyê ava dibe.

(şx)

ANHA