Koşka Spî rastiya pêşnûmeya rêkeftina bi Îranê re derewand

Koşka Spî rastiya pêşnûmeya rêkeftina ku ji aliyê televîzyona Îranê ve hatiye belavkirin red kir. Li gorî televîzyona Îranê, di rêkeftinê de hatiye gotin ku Amerîka pabendî bidawîkirina dorpêça benderên Îranê ye. Koşka Spî diyar kir ku tiştê hatiye belavkirin "bi tevahî çêkirî ye".

Koşka Spî rastiya pêşnûmeya rêkeftina bi Îranê re derewand
27 gulan, 2026   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Amerîkayê îro li ser Xˊê diyar kir ku belgeya ku ji aliyê medyaya dewleta Îranê ve hatiye pêşkêşkirin tu bingehek di rastiyê de tune ye û ew wekî "nerast û bi tevahî çêkirî" bi nav kir.

Koşka Spî ji raya giştî xwest ku baweriya xwe bi tu agahiyên ku ji aliyê medyaya Îranê ve li ser vê mijarê hatine belavkirin neynin.

Televîzyona dewleta Îranê ragihandibû ku wan pêşnûmeya memorandumeke têgihîştinê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bi dest xistiye. Di pêşnûmeyê de tê gotin ku li bermaber vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji derdora Îranê û rakirina dorpêça deryayî, ji nû ve rê tê dayîn ku keştîvaniya bazirganî bi rêya Tengava Hurmuzê re vegere.

Li gorî televîzyona Îranê, peymana pêşniyarkirî keştiyên leşkerî nagire nav xwe û tê texmînkirin Îran dê tevgera keştiyan di nav tengavê de bi hevkariya Sultenetiya Omanê bi rê ve bibe. Hat destnîşankirin ku Tehran dê tu gavên rêveberiyê neavêje berî ku "mekanîzmayek berbiçav ji bo verastkirin û misogerkirina pêkanînê" hebe.

(fr)