Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişên asîmanî pêk anîn

Balafirên Îsraîlê êrişî deverên li Nebetiye û Sor ên başûrê Lubnanê kir.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişên asîmanî pêk anîn
27 gulan, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku balafirên Îsraîlê li dijî bajarokên Edşît, Kefertebnît û Yehmur El Şiqeyif ên girêdayî Nebetiyê û li dijî deverên niştichan li nêzî Sorê yên başûrê Lubnanê êrişên asîmanî kirin.

Ev êriş, piştî demeke kurt ji hişyariya artêşa Îsraîlê ya valakirina bajarê Sor û deverên nêzî wî pêk hatin.

Hizbullahê jî îro ragihandibû ku bi hêzên Îsraîlê re li bajarokê Zotira Şerqiye yê bakurê Çemê Lîtanî singesing maye.

(fr)