Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin

Bi boneya Cejna Qurbanê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanê goştê qurbanan li malbatên şehîdan û zarokên wan ên ji Kobanê belav kir.

Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
Li malbat û zarokên şehîdan ên Kobanê goşt hat belavkirin
27 gulan, 2026   20:50
KOBANÊ

Di çarçoveya piştgiriya malbatên şehîdan û sivikkirina barên debarê de di rojên Cejna Qurbanê de Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanê goştê qurbanan li dehan malbatên şehîdan û zarokên şehîdan ên bajarê Kobanê hat belavkirin.

Têkildarî mijarê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Newroz Ehmed da zanîn ku ev destpêşxerî di çarçoveya dilsoziya bi fedakariyên şehîdan û nirxdayîna malbatên wan re ye, her wiha kêfxweşiyê bixin dilên zarok û malbatên wan.

Girêdayî heman mijarê, malbatên sûd ji vê destpêşeriyê wergirtine spasiya xwe pêşkêş kir û got ev ruhê hevgirtina civakî li bajêr nîşan dide.

(fr)

ANHA