Koşka Spî agirbesta Îsraîl û Lubnanê dirêj kir

Koşka Spî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de heta 18ˈê Sibatê dirêj kir.

Koşka Spî agirbesta Îsraîl û Lubnanê dirêj kir
27 ÇILE, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de heta 18ˈê Sibatê dirêj kir.

Koşka Spî daxuyand: “Lubnan, Îsraîl û DYA dê li Beyrûtê li ser vegerandina girtiyên lubnanî yên ku piştî 7ˈê Cotmeha 2023ˈyan ji aliyê Îsraîlê ve hatine ragirtin, dest bi dan û standinan bikin.”

Serokwezîrê hikumeta demkî ya Lubnanî Necîb Miqatî ragihand ku hikumeta Lubnanê teqez dike ku dê li gorî lihevkirina agirbestê ya bi Îsraîlê re heta 18ˈê Sibatê kar bidomîne.

Îsraîlê hefteya borî ragihandinbû ku hêzên wê li gorî peymana agirbestê piştî muhleta ku îro  bi dawî dibe, dê li deverên başûrê Lubnanê bimînin û bi vê yekê şerê ku 13 mehan dom kir, bi dawî dibe. Li gorî peymana ku mehek berê hatibû îmzekirin, di nava 60 rojan de (îro bi dawî dibe) artêşa Îsraîlê ji başûrê Lubnanê vedikişe, Hizbullah ji herêmê tê dûrxistin û artêşa Lubnanê li herêmê tê bicihkirin.

(bb)