Bi hezaran filistînî vegeriyan malên xwe yên li Netzarimê

Piştî ku hêzên Îsraîlê ji Netzarimê vekişiyan, bi hezaran filistîniyên koçber ên li Xezeyê ber bi bakurê Xezeyê ve ketin rê.

Bi hezaran filistînî vegeriyan malên xwe yên li Netzarimê
27 ÇILE, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran filistîniyên koçber ber bakurê Xezayê ve herikîn, piştî ku hêzên Îsraîlê ji Netzarimê vekişiyan. Di heman demê de tîmên tenduristiyê ji bo pêşwazîkirina koçberên ku vedigerin bi lez çûne herêmê.

Arteşa Îsraîlê û Wezareta Karen Navxweyî ya girêdayî Hamasê li Xezayê ragihand ku Kolana Reşîd serê sibehê hatiye vekirin.

Ekîbên ambulansan li Kolana Reşîd, li rojavayê bajarê Xezayê bi cih bûne, ji bo ku pêşwaziya mirovên ku vedigerin bakurê Xezayê bikin.

Artêşa Îsraîlê ji bo ku şêniyên Xezayê yên koçber vegerin malên xwe, rojavayê Netzarimê vala kiribû.