Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê

Xelkê kantona Firatê nobedariya Bendava Tişrînê dewrî gelê kantona Cizîrê kir û vegerî Kobanê.

Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
Konvoya xelkê Firatê piştî nobed dewrî gelê Cizîrê kir vegerî Kobanê
29 nîsan, 2025   21:10
KOBANÊ

Gelê Kantona Firatê ku ji 25`ê Nîsanê ve li Bendava Tişrînê di nobeba berxwedanê de ye, vê êvarê vegerî bajarê Kobanê. Ev konvoya 8’an e ku nobedariya bendavê dike.

Vê sibehê jî, karwana gelê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê ber bi bendavê ve ketibû rê û vê êvarê gihîşt wir û nobed ji gelê kantona Firatê dewr girt.

Bi sedan şêniyên Kobanê, nobedarên ji bendavê vegeriyane li Qada Jina Azad bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê pêwaz kirin.

Li wir şêniyan peyama xwe da û got çi dibe bila bibe ew xwedî li bendava xwe derkevin û ji dagirkeran biparêzin.

(sş/fr)

ANHA