Koçberên ji Efrînê: Heta ku dagirker û çete ji Efrînê dernekevin em venagerin

Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê rexne li desthilata Şamê û hêzên navneteweyî kir ku guh nadin daxwazên wan û xalên peymana ku bi QSD’ê re hatiye îmzekirin. Koçberan got çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê dernekevin ew venagerin malên xwe.

Koçberên ji Efrînê: Heta ku dagirker û çete ji Efrînê dernekevin em venagerin
Koçberên ji Efrînê: Heta ku dagirker û çete ji Efrînê dernekevin em venagerin
Koçberên ji Efrînê: Heta ku dagirker û çete ji Efrînê dernekevin em venagerin
Koçberên ji Efrînê: Heta ku dagirker û çete ji Efrînê dernekevin em venagerin
30 nîsan, 2025   06:17
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê, ku niha li Helebê dijîn, diyar kirin ku desthilata Şamê û hêzên navneteweyî daxwaza vegera bi ewle ya koçbern bo malên xwe paşguh dikin. Koçberan her wiha diyar kir ku ev yek baweriya gelê herêmê bi van aliyan xera dike.

Koçberê ji Efrîna dagirkirî Mihemed Elî Arif der barê mijarê wiha got: "Ev 8 sal e em li derveyî welat dijîn. Di dawiya sala borî de dema ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ketin Şehbayê, em neçar man ji Şehbayê derkevin, em careke din koçber bûn. Me zêdetirî 7 salan li kampan û di nava şert û mercên giran ên mirovî de li ber xwe da. "

Arif bal kişand ser peymana ku di 10ê Adarê de di navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şerî de hate îmzekirin û got: "Ev gaveke erênî bû ji bo bidestxistina mafên pêkhateyên cuda û parastina taybetmeniya wan. Yek ji xalên wê yên herî girîng vegera ewle ya koçberan bû, lê belê, gotin û kirinên desthilta Şamê li hev nehatin, ev baweriya me bi wan dişkîne."

Arif diyar kir ku berpirsyariya paşxistina proseya vegerê dikeve ser milê desthilta Şamê û got: "Rêveberiya Xweser xebatên ji bo serkeftina vê rêkeftinê dewam dike, lê ji ber paşguhkirina desthilata Şamê cîbicîkirina bendên wê dereng dimîne. Hin koçberên vedigerin Efrînê, lê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî acizî û şantajê tên. Rawestandina van kiryaran dikeve ser milê desthilata Şamê. Bêdengiya wan a îro ne rast e û nahêle ku em baweriyê bi vê desthilatê bînin."

Adûl Hemûd Sefer jî tekez kir ku divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê vekişin, her wiha da zanîn ku derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsyariya desthilata Şamê ye.

Koçberê bi navê Sebrî Elî, sûc û gefên ji aliyê çeteyên dagirker ve tên kirin li dijî  şêniyên Efrînê şermezar kir û wiha got: "Piştî ku dagirker bi temamî derkevin, em ê vegerin, em hebûna dagirkeran li herêma xwe qebûl nakin. Weke her carê, em dibînin ku hêzên navneteweyî bêdeng in, ji ber ku yên rastî binpêkirinan tên Kurd in. Divê ev hêz bêdengiya xwe bişkînin û mercên vegera ewle ya koçbran pêk bînin. "

(k)

ANHA