Di Nîsanê de 438 emeliyet li nexweşxaneyên Cizîrê hatine kirin

Nexweşxaneyên Desteya Tenduristiyê ya rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona cizîrê, di Nîsanê de, 438 emeliyet kirin, 97 hezar û 166 nexweş pêşwaz kirin û 771 caran bê pere gurçikên nexweşan şûştin, li kêlek wê jî xizmetguzariyên dîtir pêşkêş kirin.

Di Nîsanê de 438 emeliyet li nexweşxaneyên Cizîrê hatine kirin
Di Nîsanê de 438 emeliyet li nexweşxaneyên Cizîrê hatine kirin
Di Nîsanê de 438 emeliyet li nexweşxaneyên Cizîrê hatine kirin
29 nîsan, 2025   20:39
QAMIŞLO

Tevî zehmetiyan û zexta li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya deste û navendên tenduristiyê yên li her kantonekê, alîkariyên tenduristî û bijîşkî belaş (bê pere) pêşkêşî welatiyan bike.

Di meha Nîsanê de, rêjeya tevgereke berbiçav li nexweşxane û navendên Desteyên Tenduristiyê hebû.

Tenê li kantona Cizîrê, û li gorî amarên fermî ya Desteya Tenduristiyê, di meha Nîsanê de ev kar hatine tomarkirin:

422 rewşên welidîna xwezayî.

221 emeliyeta qeyserî, ji bo misogeriya ewlehiya dayik û zarokan.

217 emeliyetên giştî li tevahî nexweşxaneyên kantonê

Pêşwazîkirina 93 nexweşan ji hêla Navenda Jiyan a Dermankirina Xwezayî ve û pêşkêşkirina dermanan.

771 caran gurçikên nexweşên têkçûna gurçikan bê pere hatin şûştin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê ji malpera Rêveberiya Xweser re daxuyand ku deste bi hemû enerjiya xwe xebatên xwe didomîne, ku xizmetguzariyan li gorî derfetên xwe pêşkêş bike û got ev amar keda ku bijîşk û rêveberî dide nîşan dide.

(mh/fr)