Kongreya MSD′ê dest pê kir

4′emîn Kongreya MSD′ê bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kir.

Kongreya MSD′ê dest pê kir
Kongreya MSD′ê dest pê kir
Kongreya MSD′ê dest pê kir
Kongreya MSD′ê dest pê kir
Kongreya MSD′ê dest pê kir
20 kanûn, 2023   10:20
REQA

Bi dirûşma “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye”, Kongreya 4′emîn a MSD′ê li Xwaringeha Erd El Seîda ya li Reqayê dest pê kir. Kongre dê rojekê dewam bike.

Ji nûnerên MSD′ê yên li Sûriyeyê û derveyî welat 400 delege beşdarî kongreyê bûne, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , kesayetên serbixwe, nûnerên rêxistinên jin, ciwan, nûnerên pêkhateyên êzidî, Suryan, Ermen û her wiha gelek şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûne.

Rûniştina yekemîn dê ji ragihandinê re girtî dewam bike. Piştre dê nameyên pîrozkirina kongreyê werin xwendin.

Di rûniştina duyemîn de dê sazûmaniya MSD′ê, belgeya siyasî ya MSD′ê, nexşeya wê ya siyasî û rêzikname werin nîqaşkirin. Piştre dê meclisa giştî ya MSD′ê were avakirin û hevserokatiya nû were hilbijartin.

(bb)

ANHA