Hilbijartinên Iraqê û aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe ya îro de bal kişand ser têkiliya aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê bi şerê di Îsraîl-Hemasê re, destkeftiyên ku YNK’ê di hilbijartinan de bi dest xistiye û hevalbendiya deryayî ya ku DYA hewl dide firehtir bike.

Hilbijartinên Iraqê û aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne
20 kanûn, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALOZIYA LI SER SÎNORÊ URDIN Û SÛRIYEYÊ ARMANCÊN XWE YÊN TAYBET HENE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di nûçeyeke xwe de îşaret pê kir ku li gel ku cîhan bi şerê di navbera Îsraîl-Hemasê re mijûl e, li ser sînorê Sûriye-Urdinê şer û pevçûn di navbera hêzên Urdinê û qaçaxçiyên li başûrê Sûriyeyê de rû didin.

Li gorî rojnameyê Emman hikumeta Şamê bi paşguhkirina parastina sînor tawanbar dike û komên alîgirên Îranê li paş qaçaxçîtiya narkotîkê û çekan ber bi Urdinê ve ne.

Pisporê ewlehiyê û leşkerî yê Urdinê Celal El Ebadî ji rojnameyê re diyar kir ku hin alî dixwazin ewlehiya li bakurê welêt têk bibin û ew jî bi piranî bazirganên narkotîkê ne.

El Ebadî ji rojnameyê re destnîşan kir ku li herêmê aloziyeke ewlehiyê heye û armancên wê yên taybet jî hene û wiha axivî: “Li gel êrişa Îsraîlê li ser xelkê Xezayê û îhtîmala firehbûna encamên wê li ser herêmê, divê Urdin di vê demê de aloziyê gurtir neke.”

Lêkolînerê stratejîk yê Urdinî Amir El Sebayle ji rojnameyê re axivî û got: “Mesele ne qaçaxçîtiya narkotîkê ye lê belê hedefgirtina yekser a sînorên Urdinê û dewleta Urdinê ye. Em ne behsa narkotîkê dikin, em behsa qaçaxçîtiya çekan dikin.”

El Sebayle diyar kir ku bi berdewamkirina şerê li Xezayê re û firehkirina wê heta Deryaya Sor ji aliyê Hûsiyan û milîsên li herêmê ve, dibe ku Urdinê bi kar bînin ji bo ku fişarê li ser deverekê sivik bikin.”

‘YNK`Ê BI SEROKATIYA BAFIL TALEBANÎ DI HILBIJARTINAN DE DESTKEFTÎ BI DEST XISTIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê, di nûçeya xwe de diyar kir ku Partiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî êdî berhemên firehkirina popularîteya xwe û firehkirina tora têkiliyên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dest dixe.

Rojnameyê îşaret bi encamên hilbijartinên xwecih kir ku li 15 parêzgehên Iraqê li dar ketine û destnîşan kir ku baweriya niştecihên wan parêzgehan ên ku Kurd û kêmneteweyên din tevneke civakî lê ava kiriye, bi partiyê zêde bûye.

Li gorî rojnameyê YNK`ê di hilbijartinan de li parêzgeha Kerkûkê rêjeya herî bilind a dengdayînê bi dest xist.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin endamê nivîsgeha siyasî ya YNK`ê Rizgar Hac Hemê îhtîmal heye waliyê Kerkûkê para YNK`ê be.

‘PEKÎN BI HEYECAN E KU VALAHIYÊ DAGIRE’

Di raporeke rojnameya El Exbar a Lubnanê de hate diyarkirin ku di vê dawiyê de behsa hewldanên Amerîkayê tê kirin ku hevalbendiyeke pirnasnameyî ava bike û armanca wê li gorî Washingtonê, parastina bazirganiyê li Deryaya Sor e, nemaze piştî ku hêzên li Senayê êrişên xwe li dijî keştiyên Îsraîlê û yên diçin Îsraîlê zêde kirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de bal kişand ser ragihandina wezîrê parastinê Llyod Austin ku duşemê aşkera kiriye, wê dest bi dewriyeyên hevbeş li Deryaya Sor û Kendava Edenê bike.

Rojnameyê bal kişand ser lîsteya dewletên di hevalbendiyê de û diyar kir ku hebûna Çînê, îsbat dike ku bandora Amerîkayê her ku diçe kêm dibe, ji ber ku xwe spart Çînê jî da ku alîkariya leşkerî û dîplomatîk bi dest bixe. Li gorî rojnameyê ev gav, ji aliyê Pekîn ve hat redkirin nemaze ku erêkirina vê daxwazê tê wateya tevlêbûna wê di tevgerên leşkerî yên Amerîkayê de li herêmê.

(şx)