Gerîla TV navên leşkerên Tirk ên kuştî aşkera kirin 

Gerîla TV navên leşkerên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatine kuştin, aşkera kirin. Dewleta Tirk a dagirker kuştina leşkeran vedişêre û ji raya giştî re ranagihîne.

Gerîla TV navên leşkerên Tirk ên kuştî aşkera kirin 
20 kanûn, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed di Gerîla TV de wek 3 beş hatibûn weşandin. Gerîlayan gelek çek û malzemeyên leşkerî yên ku li ser cenazeyên leşkerên Tirk rakiribûn, weşandin û derket holê ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre.

Çente û malzemeyên aîdê hin leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, vê rastiyê piştrast dikin. Gerîlayên ku çenteyên aîdî leşkerên bi navê Samet Kûlaç, Mûstafa Akalp, Îsmaîl Yilmaz û Mucahît Gokyer desteser kirin, diyar dikin ku mirina van leşkeran tê veşartin.