Kongra Star êrişa li ser xwendekaran şermezar kir

Meclisa Kongra Star a Til Temirê êrişa li ser xwendekaran a li bajarê Hesekê şermezar kir û diyar kir ku divê rêz li îradeya xwendekaran bê girtin.

Kongra Star êrişa li ser xwendekaran şermezar kir
5 mijdar, 2026   19:19
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a Til Temirê der barê êrişa duh li dijî xwepêşandana xwendekarên bajarê Hesekê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna jinên bajêr, nûnerên rêxistinên jinan û dayikên aştiyê ve hate dayîn. Endama Kongra Star Nalîn Seydo bi ziman kurdî û rêvebera Mala Jin  Hedla Yûnis bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser xewpêşandana aştiyane ya xwendekaran hat şermezarkirin û hate gotin, "Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî rewa ye. Ziman nasnameya çandî û neteweyî ya gelan e, nabe ji mafên bingehîn were cudakirin."

Di dewama daxuyaniyê îşaret pê hat kirin ku parastina zimanê kurdî û mîsogerkirina hînbûna nifşên pêşerojê bi zimanê dayikê berpirsyariya aliyên têkildar e. Banga rêzgirtina li îradeya xwendekaran û daxwazên wan ên rewa hat kirin.

(bb)