‘YNK‘ê xwe ji hikûmetê vedikişîne‘

Çavkaniyeke taybet ji Rojnewsê re ragihand ku tîma hikûmî ya YNK’ê û serokkomar tevlî civînê bûne, bi piraniya dengan biryardaye ku YNK‘ê ji hikûmetê vekişe û îtiraf bi parlamentoyê neîne.

‘YNK‘ê xwe ji hikûmetê vedikişîne‘
5 mijdar, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Meclisa Rêveberiya YNK’ê li hev civiya û şûnde çavkaniyeke YNK’ê naveroka civînê ji bo Rojnewsê eşkere kir.

Çavkaniyê taybet ji Rojnewsê re ragihand ku di civînê de Bafil Talebanî pir aciz bûye, piştre pir lez deng hatiye dayîn ku YNK‘ê ji hikûmetê vekişe û îtiraf bi parlamentoyê neke.

Heman çavkaniyê ragihand ku dibe Bafil Talebanî îşev daxuyaniyek têkildarî biryara civînê helwesta partiya xwe bide.