Komîteya Koçberên Serêkaniyê amadekariyên karwanê vegerê yê duyemîn rawestandin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê piştî êriş û gefên li dijî karwanê yekem, ragihand ku amadekariyên şandina karwanê vegerê yê duyemîn rawestandine. Komîteyê daxwaza lêpirsîneke serbixwe li ser bûyeran û hesabpirsîna ji kesên sûcdar kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê amadekariyên karwanê vegerê yê duyemîn rawestandin
11 tebax, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro der barê rawestandina amadekariyên şandina karwanê vegerê yê duyemîn de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber êrişên aşkera yên li dijî karwanê yekem ê sivîlên ku vedigerin Serêkaniyê, gef, çavtirsandin, êrişkariya bi zanebûn li ser sivîlan, wêrankirina milkên wan û gulebarana li derdora wan, her wiha ji ber nebûna tedbîrên ewlehiyê yên têr û bibandor ji bo parastina vegerê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê fikarên xwe yên kûr û şermezarkirina tund li hember kiryarên li bajar û derdora wê çêbûn, tîne ziman. Ev yek jiyana sivîlan tehdît dikin û mafê wan ê rewa yê vegera ewle bo malên xwe têk dibin. "

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gorî şahidî û agahiyên ku me wergirtine, piraniya malbatên ku gihîştine bajar niha di rewşek tirs û gefê rasterast de dijîn, di heman demê de malbatên din neçar mane ku di nav şert û mercên ewlehiyê yên pir xeternak de li mal û cihên xwe xwe veşêrin. Hin malbat li rêyên ewle digerin da ku ji herêmên metirsîdar derkevin. "

Komîteyê diyar kir: "Rayedarên pêwendîdar, di serî de hikumeta Şamê, tîma serokatiyê û hêzên ewlehî û leşkerî yên ku ji bo parastina vegerê hatine erkdarkirin, berpirsiyariyeke zelal a qanûnî û exlaqî dikeve ser milê wan ku ewlehiya sivîlan garantî bikin û şert û mercên ewle ji bo vegera wan peyda bikin.”

Komîteya koçberên Serêkaniyê ragihand ku amadekariyên şandina karwanan, tevî karwanê duyemîn, demkî hatiye rawestandin, heta ku şert û mercên ewlehî, qanûnî û pratîkî û garantî werin peyda kirin da ku ewlehiya sivîlên vegeriyayî û ewlehiya milkên wan garantî bikin.

Komîteyê diyar kir ku ev biryar ne paşvekişandineke ji mafê vegerê ye, ne jî rawestandina projeya vegerê ye, lê tedbîreke girîng û berpirsiyar e da ku jiyana sivîlan biparêze.

Komîteyê ji bo ji nû ve destpêkirina xebatên vegerê ev daxwaz rêz kirin:

“Destwerdana bilez û tavilê ji bo parastina sivîlên vegeriyayî û yên ku di nav bajêr de asê mane, peydakirina rêyek ewle ji bo wan dema ku hewce be û garantîkirina ku ew ê rastî tu êriş an gefê neyên.

Pêkanîna lêpirsînek serbixwe û zelal li ser êrişên li ser karwanê yekem û eşkerekirina şert û mercên bûyerê. Hikumeta Şamê, tîma serokatiyê û dezgehên ewlehiyê yên têkildar berpirsiyariyên xwe bi zelalî destnîşan bikin.

Divê kes û komên ku beşdarî êrişan bûne werin destnîşankirin, berpirsyar werin girtin û radestî dadweriya pispor werin kirin.

Divê gavên cidî û berbiçav werin avêtin da ku dawî li wargehên Serêkaniyê were anîn, her kiryarên bi armanca pêkhateya demografîk a herêmê biguherîne were rawestandin û vegera şêniyên resen bo mal û milkên wan were garantîkirin.

Divê garantiyên qanûnî, ewlehî û pratîk ên zelal û bi eşkere werin ragihandin li ser erdê werin peyda kirin da ku kesên vegeriyayî, jiyan û milkê wan werin parastin û rastî gef, êriş an tolhildanê nayên.

Divê mekanîzmayeke zelal û şefaf were damezrandin da ku karwanên vegerê birêve bibe û organîze bike, bi hevahengiya Komîteya Koçberan û rayedarên têkildar. Ev mekanîzma divê parastina sivîlan ji kêliya ku karwan bi rê dikeve heta gihîştina wan û bicîhbûna wan li deverên xwe yên resen garantî bike.

Rewşa ku hatiye serê karwanê yekem, divê dubare nebe. Kesên berpirsyarê parastinê divê bi tevahî berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe û divê destûr neyê dayîn ku tu komeke çekdar an saziyek rê li ber vegera kesên koçber bigire.”

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiyê de diyar kir ku rawestandina karwanan tedbîreke demkî ye û ne paşvekişandineke ji mafê vegerê ye an jî qebûlkirina berdewamiya koçberiyê ye.

(k)

ANHA