Konferansa Yekrêziyê û hêviyên koçberan

Koçberên ji kantona Efrîn- Şehbayê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî wek bûyereke dîrokî nirxand û hêvî kir ku ev yekrêzî bibe wesîleya vegera ewle ya koçberan bo warên wan.

Konferansa Yekrêziyê û hêviyên koçberan
3 gulan, 2025   03:45
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li Tebqayê dîmînin der barê Konferasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de ku 26’ê Nîsanê hatibû lidarxistin, nêrînên xwe anîn ziman. Koçberan, konferans wek gaveke dîrokî nirxand ku dibe bibe destpêka vegera wan bo warên wan.

Mihemed Arif girîngiya lidarxistina konferansê destnîşan kir. Her wiha hêvî kir ku encamên wê li ser erdê pêk werin ku berjewendiyên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne.

Mihemed Arif anî ziman ku avakirina şandeyeke ku bi desthilata Şamê re dan û standinan bike gaveke gelekî girîng e û got, divê şande êş û pirsgirkên tevahî gelê herêmê, bi taybetî yên koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ragihîne.

Mihemed Arif got: "Yekrêziya kurdî piştî dehan salan ji siyasetên parçeker ên ku ji hêla rejîma Baasê ve hatibûn meşandin, ji bo çareserkirina nakokiya siyasî û xebata bi hev re ya ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk ku hemî pêkhateyên wê dihewîne destpêkek pêwîst e." Her wiha bi bîr xist ku pêkhateya Kurd tevî ku beşekî esîl li ser erdîngariya Sûriyeyê yê lê hatibû paşguhkirin. Arif xwest ku ev konferans bibe dergehê ragihandina dengê Kurdan û temsîla wan a siyasî û çandî.

Koçberê bi navê Mehmûd Mihemed jî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi "gaveke wêrek û dîrokî" pênase kir û got: "Gelê Kurd bi salan hatibû koçberkirin û binpêkirin li dijî wê hatin kirin. Konferans wekî qêrîneke wijdanî ji bo yekkirina dengê kurdî pêk hat."

Mehmûd Mihemed got: "Da ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker nikaribin careke din binpêkirinan li dijî sivîlan dubare bikin, divê vegera koçberan a li warên wan bi garantiya aliyekî nîştimanî, an navneteweyî an jî rêxistinên hiqûqî be."

Mehmûd Mihemed bi bîr xist ku koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku bi salan ji ber dagirkeriya Tirk êşê dikişînin, li hêviya vegera li malên xwe ne.

Mihemed Beyrem jî anî ziman ku yekrêziya kurdî dê bandoreke erênî li gelemperiya gelê Sûriyeyê bike û got: "Konferans gaveke yekemîn a ber bi yekkirina gotina sûriyeyan û rêgirtina li ber destweranên derve ve ye ku aloziya Sûriyeyê kûrtir kiriye."

(bb)

ANHA