Ji gundên Elewiyan zêdetirî 50 jin hatin revandin

Elewiyên ku ji gundên Humisê û perava Sûriyeyê koçber bûne, komkujî û binpêkirinên ku li dijî wan hatine kirin vegotin. Elewiyan diyar kirin ku li "gundên wan guhertina demografî hatiye kirin û zêdekirî 50 jin hatin revandin û li bazarên Idlibê hatin firotin.”

Ji gundên Elewiyan zêdetirî 50 jin hatin revandin
3 gulan, 2025   06:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Piştî rûxandina rejîma Esed, li gundewarên Humis, Hema û perava Sûriyeyê komkujî li dijî Elewiyan hatin kirin. Hin malbatên Elewî ji ber komkujî û gefxwarinan, xwe li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin.

Malbatekê ku nexwest navê xwe yê rast aşkera bike, lê navê Elî Emar li xwe kiriye yek ji wan malbatan e ku ji tirsa komkujî li dijî wê were kirin, hatiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Elî Emar ku ji gundewarên rojhilatê Humisê ye bi bîr xist ku 8’ê Kanûna 2024’an piştî ku li gundewarên rojhilatê Humisê tevlihevî zêde bû, ew neçar man ku berê xwe bide perava Sûriyeyê, lê li peravê jî rewşeke ewle û aram nebû.

Elî Emar diyar kir ku dema gihîştin bajarê Ceble yê Laziqiyê, kurê wî yê ciwan li bendeke kontrolê rastî êrişeke nîjadî hat kirin û got: "Bi awayekî hovane, cudahî di navbera ciwanên Elewî û yên Sunnî de derxistin. Elewî hatin neçarkirin ku aliyekî bisekinin û Sunnî li aliyekî din. Tevî jî kurê min karîbû bireve û ji bo neyê kuştin tev li ciwanan Sunnî bû.”

Malbata Elî Emar piştî du rojan vedigere gundê xwe. Elî Emar der barê vê yekê de jî ev tişt parve kirin: “Dema em gihaştin gundê xwe komên çekdar ku rûyê xwe veşartibûn êrişî gundên Elewiyan kir, bê ser û ber gule direşandin. Piştre dest bi qetilkirin, îşkencekirin û talankirinê kirin. Bi dijwarî li min xistin û gefa serjêkirinê li min xwarin. Piştre 20 metreyan min bi du xwe ve kişandin.”

‘ARMANC GUHERTINA DEMGORAFIYÊ BÛ’

Li gorî Elî Emar, komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker 6 gundên li rojhilatê Humisê dorpêç kirin û bikaranîna dar û şîşan mêrên gund dan ber lêpirsînê. Elî Emar aşkera kir ku çekdaran û komên çete du vebijêrk; "an wê çekên xwe radest bikin an jî wê werin qetilkirin" danîn ber ixtiyarên gund û got: "Çek bi me re tune bûn, lê tevî vê yekê ji mêran xwestin ku çekên xwe radest bikin an dê werin qetilkirin an îşkence li wan were kirin. Bi xwîneke sar û li pêşiya çavên bawî vê, ciwanekî ku motorsîklêta xwe radest nekir, qetil kir.”

Elî Emar diyar kir ku armanca wan koman ew bû ku demografiya herêmê biguherin, Elewiyan ji gundên wan bidin koçberkirin û çekdaran û malbatên wan li şûna wan bi cih bikin.

REVANDIN Û QETILKIRIN

Koçberek ku navê Nedwa Selîm li xwe kiriye jî ji gundê Daliya yê perava Sûriyeyê komkujiyên ku li herêmê hatine kirin, vegot. Nedawa anî ziman ku komên çekdar destpêkê li kesên ku biryara binçavkirinê li ser wan heye, geriyan û got: "Di rastî de ew kesên ku biryar li dijî wan hatine dayîn, bêguneh in û destê wan di tu pevçûnan de nîn. Şêniyan qebûl nekirin zarokên xwe radestî wan bikin û şer derket.”

Nedwa da zanîn ku "komên çekdar ji bo li ber şêniyan bigire agir bi çiyayn xwest, piştre jî êrişî gundên Elewiyan ên wekî gundên Herîsûn, Qirêfîs, Qebû û Dalyayê kirin, mal talan kirin, erebe û milkên gundiyan jî talan kirin."

Nedwayê jî behsa guhertina demografî jî kir û got" malbatên Elewî hatin koçberkirin û komên çekdar û malbatên wan li herêmê hatin bicihkirin."

ZÊDETIRÎ 50 JINÊN ELEWÎ HATINE REVANDIN Û BIRIN IDLIBÊ

Nedwayê da zanîn ku zêdetirî 50 jin û jinên ciwan ên Elewî hatin revandin û sewqî bajarê Idlibê hatin kirin û li bazaran hatin firotin. Her wiha anî ziman ku çeteyên "El Hemzat" û "El Emşat" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ev komkujî pêk anîne.

(bb)

ANHA