Daliya Îbrahîm pîşeya rêsandinê li Til Birak vejand

Daliya Îbrahîm li koşeke aram a xaniyê xwe yê li Til Birak rûdine, gulokên rêsî li derdora xwe datîne û dest bi rêsandinê dike. Di ber rêsandinê re ew bîranînên xwe yên zaroketiyê ku çawa li dapîra dinêrî dema ku wê jî berhemên rêsî çêdikirin, tîne bîra xwe.

Daliya Îbrahîm pîşeya rêsandinê li Til Birak vejand
Daliya Îbrahîm pîşeya rêsandinê li Til Birak vejand
Daliya Îbrahîm pîşeya rêsandinê li Til Birak vejand
Daliya Îbrahîm pîşeya rêsandinê li Til Birak vejand
3 gulan, 2025   05:15
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Tevî ku ew hem dayik hem jî jineke karmend e, lê dîsa Daliya Îbrahîm (34) ya ji bajarê Til Birak pîşeya rêsandinê ya ku ji zaroketiya xwe ve ji dapîra xwe girtiye, diparêze û vedijîne.

Daliya Îbrahîm ji ajansa me re got ku wê ji zêdetirî 10 slan ve karê rêsandinê ji dapîra xwe fêr bûye û got: “Tevî ku ez terzî me lê belê ez vî karî wekî ku behreyeke, dikim. Ez cilûbergên zarokan, kum û kelûpelên xemlê yên ji ruhê kultûra me, çêdikim.”

Karê rêsandinê bi cilûbergan û kelûpelên malê ve girêdayî ye. Jinên li gundewaran jî tayên rêsî bi destan çêdikirin. Wan bi amûrên kultûrî hirî ji hev dikişand, li hev dialand û piştre reng dikirin da ku tayên rêsandinê peyda bikin.

Der barê pêşketina vê pîşeyê de Daliya Îbrahîm got: “Berê em di vî karî de diwestîn. Me dezî çêdikir û me dirêsand. Lê belê niha dezî bi hemû rengan berdest in, em dikarin peyda bikin. Ev jî dihêle em berê xwe bidin aliyê afirîneriyê.”

Daliya Îbrahîm di gelek çalakiyên çandî de wekî Mîhcîrana Neteweya Demokratîk a sala borî ya li Til Birak, beşdar bû û hin berhemên xwe yên destkariyê pêşkêş kirin. Berheman jî bala mêvanên mîhrîcanê kişand.

Ji bo parastina mîrasa gelêrî û ya vê pîşeyê bi taybetî, Daliya di Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birak de jinên ciwan ji bo rêsandinê perwerde dike. Ew her 3 mehan komekê perwerde dike.

Di dawiya axaftina xwe de Daliya Îbrahîm girîngî da destekdayîna ji bo saziyên çandî û got: “Piştgiriya ku em ji Navenda Çand û Hunerê û aliyên din distînin, di parastina vê pîşeyê ji windabûnê de rol dilîzin û girêdana nifşên nû bi nasnameya xwe ya çandî ve xurt dike.”

(mh)

ANHA