Konferansa Modernîteya Demokratîk: Çareseriya krîza cîhanê paradîgmaya Abdullah Ocalan e

Akademiya Modernîteya Demokratîk bi xebatên atolyeyê dewam dike. Di atolyeyan de hate diyarkirin ku çareseriya pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst çêkirine, paradîgmaya Abdullah Ocalan e.

Konferansa Modernîteya Demokratîk: Çareseriya krîza cîhanê paradîgmaya Abdullah Ocalan e
18 mijdar, 2023   15:57
NAVENDA NÛEYAN

Konferansa ku ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi dirûşma “Hunera Azadiyê-Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kollektîf” li bajarê Basel ê Swîsreyê hat lidarxistin, di roja 2’yan de dewam dike. Gelek rêxistin ji Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê beşdarî konferansa bûne ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê tê lidarxistin.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nirxandin. Di konferansê de tê armanckirin ku valahiyên di navbera tevgerên cuda yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên pêşxistin û xetên berxwedana stratejîk bi hev re bên avakirin.

Roja duyem a konferansê di danê siharê de bi xebatên atolyeyê destpê kir. Atolye bi sernavên “dîrok û berxwedan”, “ji perspektîfa Jineolojiyê azadbûna jinan û sosyalîzma demokratîk”, “di sedsala 21’emîn de têkoşîna ref a ji neteweyê wêdetir” û “Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk: Di têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de ciwan” atolye hatin lidarxistin. Rêxistinên ku ji Ewropa, Emerîkaya Latîn, Efrîqa û Asyayê hatine, li ser pirsgirêkên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin semîneran didin û li ser rêbazên ji rizgarbûna krîzan nîqaşan dikin

Di konferansê de bal hat kişandina li ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk û netewa demokratîk. Hat destnîşankirin ku divê li deverên cuda yên cîhanê rêxistinên têkoşer toreke piştevaniyê ya navneteweyî ava bikin û vê torê xurt bikin

Di beşa konferansê ya piştî nîvro de jî, wê têkildarî “Demokrasiya Herêmî û Ekolojî” panelek were lidarxistin.

Her wiha sibê jî dê “Fikrê Sosyalîzmê – Ber bi nûbûnekê ve”, “Sedsala 21’emîn: Serdema Şoreşa Jinê”, “Di sosyalîzmê de israrkirin tê wateya di mirovbûnê de israrkirin”, “Birêxistinbûn û enternasyonalîzm”, “Ceribandina alternatîfên dokûmayê”, “Li Kolombiyayê avakirin hêza gel”, “Li Fîlîpînan perspektîfên birêxistinbûna şoreşgeriyê” û “Di Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de destkeftî, zehmetî û perspektîf” bên nîqaşkirin.