Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî meşiyan.

Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
18 mijdar, 2023   16:00
HESEKÊ

Meşa ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve hat birêxistinkirin, ji Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê dest pê kir û heta sûka navendî dewam kir. Beşdaran alên HPC, YPG/YPJ`ê û pankertên bi nivîsên “Na ji tundiya li dijî jinan re” , “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” , “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji tundiyê re” berz kirin.

Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma dest bi axaftinê kir. Asya got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”

Asya anî ziman ku divê hemû jin heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berxwedanê û xwedîderketina li xeta ku Rêber Abdullah Ocalan nîşan daye dewam bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Rêbertî” , “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.

ANHA