Li Şehbayê pêşangeha wêneyan

Hîlala Zêrîna a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Şoreşa jinan bi hunerê dixemile" pêşangeheke wêneyan li parka Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xist.

Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
18 mijdar, 2023   14:42
ŞEHBA

Hîlala Zêrîna a kantona Efrîn û Şehbayê pêşangeheke wêneyan li dar xist. Wêneyên pêşangehê li ser berxwedana jinan a li çiyayên Kurdistanê, berxwedana YPJ'ê û jinan ne.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û koçberên Efrîn û niştecihên Şehbayê serdana pêşangehê kir.

Di pêşangehê de 32 tablo hatine pêşandan. 11 tabloyên hunermendên li Helebê û yên din jî berhemên hunermendên li herêmê ne.

Endama Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê Şêrîn Reşîd têkildarî pêşangehê axivî. Şêrîn bal kişand ser berxwedana jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Ev berxwedan bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaştiye vê astê. Bi saya ramanên Rêber Apo jin di qadên siyasî, leşkerî, hunerî û perwerdeyê de ne. Ji ber vê jî divê em xwedî li nirxên jinên xwedawend derkevin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin."

ANHA