Konfedraliya Civaka Demokratîk: Li şûna şerê navxweyî parastina mozaîka civakî bikin

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Sûriyeyiyan kir ku li şûna şerê navxweyî yê Sûriyeyî mozaîka civakî biparêzin û bi awayekî aqilane tev bigerin.

Konfedraliya Civaka Demokratîk: Li şûna şerê navxweyî parastina mozaîka civakî bikin
7 adar, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê hişyarî li ser rageşiya xeternak ku gefan li hevgirtina civakî û ewlehiya şêniyan li Sûriyeyê dixwe, da.

Konfedraliyê bi her awayî rageşî yan jî şerê navxweyî ya Sûriyeyî red kir û got ji bo parastina yekitiya mozaîka civakî bi awayekî aqilane tev bigerin. Her wiha hat diyarkirin ku girêdana tu aliyekî leşkerî bi taîfeyekê parçebûna civakî kûr dike û gefan li siberoja hevbeş dixwe.

Konfedraliyê bang li aqilmend, oldar û rewşenbîran kir ku bi berpirsiyariyên xwe yên xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û dûrketina ji tundiyê, rabin.

Di dawiyê de konfedraliyê bang li dewletên destwerdêr û NY’yê kir ku hewldanên xwe yên ji bo parastina ewlehiya welatiyan û geşkirina diyalogê di navbera pêkhateyan de zêde bikin.

(fr)