Ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê jinan dengê xwe bilind kir

Kongra Star bi beşdariya girse 8’ê Adarê li Dêrikê pîroz kir.

Ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê jinan dengê xwe bilind kir
7 adar, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) Kongra Star bi beşdariya sedan xelkê Dêrikê, gundên Koçerat û Beravê şahiyek li Dêrikê organîze kir.

Jin, mêr û zarok li parka Dicle kom bûn û 8’ê Adarê pîroz kir.

Di şahiyê de rêvebera Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî bixêrhatina beşdaran kir û got roja 8’ê Adarê temsîla roja rizgarkirina jinan û têkoşîna wan li dijî zihniyeta baviksalariyê dike.

Di şahiyê de stran ji hêla hunermend Hikmet Hacî û Muhsin Delî ve hatin pêşkêşkirin û girseyê govend gerand.

Jinan di şahiyê de diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind kir.

Ev çalakî, di çarçoveya xurtkirina zanabûna girîngiya mafên jinan û rola wan a aktîv di civakê de û pêkanîna pabendiya bi wekhevî û edaletê, hat lidarxistin.

(fr)

ANHA