Bîlançoya kuştiyên di pevçûnên dawîn li Sûriyeyê de bû 237

Bîlançoya kuştiyên di pevçûnên dawîn li berava Sûriyeyê de 237 kes derbas kir û di nav de sivîl hene.

Bîlançoya kuştiyên di pevçûnên dawîn li Sûriyeyê de bû 237
7 adar, 2025   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Sûriyeyê; Laziqiye, Tartûs û Hemayê rageşiya leşkerî ya xeternak heye, di encama pevçûnên dualî yên hêzên desthilata Şamê û komên çekdar de heta niha zêdetirî 237 kes di van 2 rojan de hatine kuştin û di nav de sivîl hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 95 kuştiyên leşkerî ne; di nav de 50 endamên ji wezaretên parastin û hundirîn in û 45 çekdarên ji artêşa rejîma berê ne, her wiha li Laziqiyê (76), li Tartûsê (60) û li Hemayê (6) bi giştî 142 sivîl jî hatine kuştin. Ji wê zêdetir jî bi dehan birîndar, winda û dîlgirtiyên her du aliyan jî hene.

Girêdayî mijarê, desthilata Şamê sewqiyetên leşkerî yên mezin li bajarên Laziqiye, Tartûsê û gundewarên wan belav kirin. Li kêlek van rageşiyan her du aliyan hev du bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan tawanbar kirin.

Li gorî raporên xwecihî û agahiyên ji şahidan tên wergirtin, di encama pevçûnan de wêraniya mezin û fireh çêbûye, mal hatine şewitandin û sivîlan zirarên mezin dîtine.

Li ser dezgehên çapemeniyê wêne û dîmenên mezinahiya wêranî û komkujiyan diyar dibe. Her wiha di dîmenên ji herêman tên parvekirin ve bi dehan cenaze li kolan û eraziyan hatine hene.Heta niha jî tu daxuyaniyek fermî ji her du aliyan ve der barê bîlançoya kuştiyan an jî hûrgiliyên êrişên leşkerî yên niha, digel hevtawanbarkirina li ser komkujiyan, nehatiye dayîn.

Digel nebûna tu însiyatîfeke agirbestê şer û pevçûn didomin. Ew jî nîşan dide ku karesateke mirovî li van herêman çêbibe û xeleka tundiyê zêde bibe.Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, bi taybet li derdora Bendava Tişrînê, derdora bajarê Sirînê, gundewarê bajarê Kobanê, gundewarê bajarê Girê Spî yê dagirkirî û gundewarê bajarê Eyn Îsayê, didomîne.

(fr)