Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû

Endama Komîteya Festîvala Govendê Sumeya Mihemed destnîşan kir ku beşdariya komên nû yên ji beşên cuda rengîniyek daye festîvala îsal û ev jî ji bo salên pêş gaveke erênî bû.

Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
Komîteya Festîvala Govendê: Bi beşdariyên nû rengîniyek çêbû
18 îlon, 2025   11:42
QAMIŞLO

7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê, bi beşdarbûna 24 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr û Ermen di navbera 15-17`ê Îlonê (2025) li bajarê Qamişlo hate li darxistin.

Cudahiya festîvalê ji yên salên borî ew bû ku cara yekemîn ji parçeyên din ên Kurdistanê û beşên din ên civakê kom tevlî bûn, di vî warî de rengîniyek cuda derket holê.

Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê û Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) Sumeya Mihemed festîval ji ajansa me re nirxand.

Sumeya Mihemed diyar kir ku her sal di festîvalê de tiştên nû çêdibin û di ya îsal de jî cudahî hebûn. Sumeya Mihemed bi bîr xist ku festîval destpêkê li Kantona Cizîrê bi beşdariya komên Kurd ên li vê kantonê hatibû lidarxistin, lê piştre li herêmê berfireh bû û ji hemû kantonan beşdarbûn çêbûn. Sumeya ev berfirehbûn bi van gotinan anîn ziman: “Her sala nû ji bilî Kurdan, komên ji pêkhateyên Ereb, Suryan-Aşûr û Ermen jî tevlî bûn. Her komek bi cil û bergên xwe û govendên netewa xwe tevlî bûn. Bi vî rengî nimûneyek pêkanîna netewa demokratîk hat nîşandan.”

Sumeya Mihemed da zanîn ku cara yekem ji Başûrê Kurdistanê, ji derdorên din ên Kurd jî tevlîbûna festîvalê çê bû û got ku gaveke erênî ye, pêwîste ev hewildan bê berfirehkirin.

(sb/a)

ANHA