Pirtûka 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2) bi Spanî hat weşandin

Pirtûka yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi navê 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê' bi zimanê Spanî hate weşandin.

Pirtûka 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2) bi Spanî hat weşandin
18 îlon, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirtûka "Toda mi vida fue una lucha (Vol. II). Años de prisión" 16'ê Îlonê hate weşandin. Pirtûka li ser salên zindanê yên Sakîne Cansiz bi zimanê Spanî hate weşandin.

Bergê duyemîn qala salên navbera 1979 û 1990'î dike ku Sakîne Cansiz li zindanên dewleta Tirk hatibû ragirtin. Pirtûk balê dikişîne ser kiryarên li derveyî mirovahiyê û êşkenceya piştî darbeya leşkerî ya 1980'î. Qala berxwedana li dijî êşkenceya a li Girtîgeha bi Hejmara 5 a li Amedê dike, ku bi fermandariya Esat Oktay Yildiran hate kirin.

Nîşan dide ku dengê Sakîne Cansiz çawa ji dîwaran derbas dibe û tundiya dewletê çawa bi îradeya kolektîf dikare bê têkbirin. Pirtûka ku ji aliyê Elsa Garcia ve hate wergerandin ji aliyê weşanxaneya Decontrol Editorial ve hate weşandin.