Komên hikumetê êrişî Siwêdayê kir, Parêzvanên Niştîmanî bersiv da

Komên hikumeta demkî bi çekên giran êrişî gelek herêmên Siwêdayê kir, Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi lez bersiva da jêdera êrişan.

Komên hikumetê êrişî Siwêdayê kir, Parêzvanên Niştîmanî bersiv da
26 ÇILE, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek xwecihî ragihand ku komên hikumeta demkî bi awayekî dijwar taxên bajarê Siwêdayê topbaran kirin.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî daxuyand ku hêzan yekser bersiva jêderên êrişan da, bingehek hawanê û erebeyek doçka ya 23 mm li ser hatin rûxandin.

Hêzan destnîşan kir ku ew ê bi tundî bersivê bidin her binpêkirineke komên hikumetê û nehêlin ewlehî û selametiya şêniyan têk bibin.

(fr)