Komeleya Perwerdê ya Hecînê çalakiyek li dar xist

Komeleya Perwerdê ya Hecînê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dibistana Hecîna Rojhilat, bi diruşma "Zanist ronahî ye…rêya te ya ber bi serkeftinê ve ye" şahiyek li dar xist. Armanc ji şahiyê xwendekar teşwîq xwendinê bibin û hewayeke perwerdehiyê ya erênî geş bibe, ye.

15 gulan, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Perwerdê ya Hecînê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dibistana navînê ya Hecîna Şerqiye bi boneya nêzbûna dawiya sala xwendinê, bi diruşma "Zanist ronahî ye…rêya te ber bi serkeftinê ve ye" şahiyeke perwerdehî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan xwendekar, malbatên wan û rûspiyên herêmê amade bûn.

Ev çalakî ji bo teşwîqkirina xwendekaran li ser xwendinê û geşkirina runkirina pêşbirka erênî di nava wan de û xurtkirina têkiliya di navbera dibistanê û civaka xwecih de, ye.

Di şahiyê de ji hêla beşdaran ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de spasiya kedên kadroyên perwerdê, rola Komeleya Perwerdê ya girîngîdayîna pêvajoya xwendinê û teşwîqkirina xwendekaran li ser pêkêşketinê, hat kirin.

Di çalakiyê de xwendekarên hunerên xwe pêşkêş kirin; weke şano, stran û pêşbirkên xwendinê.

Di dawiyê de malbatan anî ziman ku lidarxistina mîna van çalakiyên ku aliyê mirovî û perwerdehiyê derdixe pêş, dubare bibin.

Komeleyê gelek mertal weke xelat dan mamosteyan.

Komele armanc dike ku di rojên bê de, di çarçoveya plana pêşxistina hewayeke perwerdehiyê ya erênî û motîvasyona xwendekaran di hemû astên xwendinê de, rêzeçalakiyên bi vî rengî li dibistanên din ên Hecînê li dar bixe.

(fr)