Ciwanan zehmetî û rola xwe di Sûriyeya nû de gotûbêj kirin

Di paneleke diyalogê de keç û xortên Sûriyeyê zehmetiyên li hundirê welat pê re rû bi rû ne nîqaş kirin, her wiha hat gotin ku divê ciwanan rola xwe ya pêşeng di tevahî aliyên jiyanê de pêk bînin û divê ciwanên diyasporê veger û di avakirina siberoja Sûriyeyê ya li ser bingeha edalet, demokratîk û hevbeşiyê de cih bigirin.

15 gulan, 2025   19:11
HELEB

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi diruşma "Xurtkirina ciwanan… ji paşguhkirinê ber bi pêşengiyê ve" li hola Baron a li nava Helebê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de ciwanên partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl û kesayetên serbixwe amade bûn.

Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasro mijara panelê bi rê ve bir. Di mijarê de xurtkirina ciwanên Sûriyeyê û pêwîstiya veguhastina wan ji paşguhkirinê ber bi rolên pêşeng ên di tevahî aliyan jiyanê de hatin nîqaşkirin.

Mijarên ku keç û xortan nîqaş kirin ev bûn; beşdariya siyasî û biryardanê, xurtkirina aborî û peydakirina derfetên alternatîf, nasnameya çandî û aîdiyet, xurtkirina derûnî û dîjîtal, rola perwerdehiyê û edaleta zayendî, edaleta avhewayê û xurtkirina jinên ciwan.

Di nîqaşan de gerînendeyê saziya perwerdehiyê Cemîl Uwêce axivî û banga girêdana xwendina zanîngehê bi sûka xebatê bi rêya atolyeyên hişyarî û însiyatîvên civakî kir.

Her wiha endama Partiya Sûrî ya Neteweyî ya Civakî Seher Zîne axivî û girîngî da çaksazkirina bingehîn a meteryalên xwendinê, ji bo vekirina asoyên fikirandina azad li pêş ciwanan.

Dr. Ehmed Esfer jî diyar kir ku ciwan dînamoya bingehîn a hilweşîna dîktatoriyan e û banga parastina pirrengiya çandî weke bilindkirina demokrasiyê kir.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Nasir Nasor pêşniyar û nêrînên panelê xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mijarên ku bandorên li ciwanên Sûriyeyê dikin bi taybet di aliyê xurtkirina civakî, zanistî, siyasî û perwerdehiyê de di panelê de hatin nîqaşkirin û hat destnîşankirin ku ciwanên Sûriyeyê ji bo avakirina siberojê hêza aktîv in û divê jîngeheke perwerdehiyê ji bo teşwîqkirin, afirînerî û afirandinê were avakirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê derfetên aborî yên rastîn ji ciwanan re bi rêya însiyatîfên teşwîqkirina ciwanan li ser afirîneriyê û pêkanîna serxwebûna aborî werin peydakirin.

Di daxuyaniyê de rewşa xwendekarên Sûriyeyî yên li derve, zehmetiyên penaber di mijara vegerê de dikişînin hatin nirxandin, her wiha banga avakirina jîngeheke perwerdehî û civakî hat kirin ku bikare wan vehewîne û teşwîqî vegerê bikin ku di avakirina welat de bibin alîkar.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang kir ku derfeteke mezin li pêş ciwanan di biryardayînê de û beşdariya aktîv di pêvajoya siyasî de bê vekirin û ji bo avakirina platforên ciwanan ku bikarin nêrînên xwe derbirînin û rola xwe ya siyasî di saziyên siyasî û desteyên giştî de pêk bînin piştgirî bê dayîn.

Di dawiyê de bang li ciwanan diyasporê hat kirin ku vegerin û di avakirina siberojê de beşdar bibin.

(fr)

ANHA