Rêveberiya Xweser derhêner Mihemed Ebdulezîz û kurê wî Teym pêşwazî kir

Hevserokatiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derhêner û nivîskarê sînemayê yê Sûriyeyî Mihemed Ebdulezîz û kurê wî hunermend Teym Ezîz, pêşwazî kir.

Rêveberiya Xweser derhêner Mihemed Ebdulezîz û kurê wî Teym pêşwazî kir
15 gulan, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro derhêner û senarîstê sînemayê yê Sûriyeyî Mihemed Ebdulezîz û kurê wî hunermend Teym Ezîz serdana Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ji hêla Hevserokatiya Desteya Çandê ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de der barê rewşa dramayê, xebatên sînemayê li deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zehmetiyên ku rastî pêşxistina dramayê li herêmên Rêveberiya Xweser tên de, ji aliyê mêvan û Hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhif Fehid û Serfiraz Şerîf ve, hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de çend pêşniyar hatin kirin, ya herî balkêş jî kişandina hunermendên Sûriyeyî ji herêmên cûda da ku beşdarî projeyên hunerî yên hevbeş bibin û organîzekirina çalakiyên çandî û hunerî li seranserê Sûriyeyê, bi armanca balkişandina ser derfetên ku Rêveberiya Xweser, ji bo piştgiriya hilberîna dramatîk û destekdariya berhemên hunerî, peyda dike.

(mh/fr)